Keskên Ewropayê: Tirkiyeya demokratîk pêkan e

Partiya Keskan a Ewropayê piştevaniya xwe ji bo kesên li Tirkiyeyê guhertina demokratîk dixwazin, anî ziman û bang li mekamên Tirkiyeyê kir ku destwerdanê li pêvajoya hilbijartinê nekin ku hilbijartinan bi awayekî azad û wekhev bi rê ve biçe.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê re, bertekên navneteweyî yên li hemberî zextên rejîma Erdogan ên li hemberî mûxalîfan, didomîne. Hevseroka Partiya Keskan a Ewropayê Melanîe Vogel, Endama Komîteya Partiya Keskan a Ewropayê Mîna Jack Tolu û Endama Komîteya Partiya Keskan a Ewropayê Vula Testî bi daxuayniyekî nivîskî anîn ziman ku Tirkiye bi taybetî di 10 salên dawîn de bi desthilatdariya rejîma Erdogan otorîter bûye û piştgiriyên xwe ji bo kesên alîgirê guhertina demokratîk in, anîn ziman.

‘ERDOGAN BI BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN TÊ NASÎN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Recep Tayyîp Erdogan ev 20 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Di 10 salên dawî de, hikûmetê hem li nav Tirkiyeyê hem jî li derveyî welêt her ku çû otorîter kir. Êrîşên wî yên li ser civaka Kurd ên li Tirkiyeyê û welatên cîwan îro jî berdewam dikin. Zextên wî yên li hemberî mûxalifên siyasî, çapemeniya serbixwe, azadiya akademîk û mafên jinan hişt ku Tirkiye bi binpêkirinên herî sîstematîk ên mafên mirovan li Ewropayê bê naskirin. Enflasyon zêde bû. Gel êdî nekarî xwarin û pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bikin.”

‘ÊRÎŞ LI HEMBERÎ PÊVAJOYA DEMOKRATÎK IN’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dosyaya girtina HDP’ê û beriya hilbijartinê girtin û destgîrkirinên li hemberî endam, rêveber û aktîvîstên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk û wiha hate gotin: “Em bi welatî û partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê guhertina demokratîk dixwazin re di nava piştevaniyê de ne. Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiyeya demokratîk pêwîst û pêkan e.

Şerm e ku rejîma Erdogan hewl dide zextê li hevrikên xwe yên siyasî bike. Em zextên sîstematîk û qedexeya siyasî ya Erdogan ên li hemberî HDP’ê şermezar dikin. Ji ber vê yekê HDP’ê biryar da ku di bin ala Partiya Çepên Kesk de xebatên hilbijartinê bidomîne. Di hefteyên dawîn de siyasetmedar, parêzer û rojnamevan û bi taybetî endamên HDP û Partiya Çepên Kesk hatin girtin. Gelek ji wan jî hîna destgîrkirî ne. Hefteya borî jî çeteyek alîgirê partiyên desthilatdar, di mîtîngên hilbijartinê ên li bajarên cuda de êrîşê mûxalefetê kirin. Gelek kes birîndar bûn. Ev êrîş ne tenê li dijî şexsan û namzetan e, li dijî pêvajoya demokrasiyê ye. “

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em hêvî dikin ku welatiyên Tirkiyeyê ji bo mafên xwe yên demokratîk, roja Yekşemê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em bang li mekamên Tirkiyeyê dikin ku destwerdanê li pêvajoya hilbijartinê nekin ku hilbijartinan bi awayekî azad û wekhev bi rê ve biçe.”